12 Ekim 2017 Perşembe

Wergera Helbesta Annabel Lee

ANNABEL LEE

Beriya salan û salan bû,
Li welatekî ber behrê
Keçikek hebû belkî hûn ê bizanibin
Bi navê Annabel Lee,
Ji xeynî hatin hezkirin û hezkirina min
Tu hizira wê tinebû.

Ez zarok ew zarok,
Li wî welatê ber behrê,
Me, bi evîndariyekê ji evînê zêdetir ji hev hez kir
Ez û Annabel Lee,
Firîşteyên bibask ên bihuş
Ji min û wê hesidîn.

Û ew yek bû sebeba me, beriya demeke dirêj,
Li wî welatê ber behrê,
Bayekî ji ewrê, efsirand
Bedewa min Annabel Lee,
Lêzimê wê yê zadegan hat
Û ew ji min bir
Da ku wê li gorê veşêre,
Li wî welatê ber behrê.

Firîşte, bi qasî nîvê me ne bextewar bûn,
Ji min û wê hesidîn,
Belê! Ev bû sebeb(wek ku her kes pê dizane
li wî welatê behrê),
Ji ewrê bayek hat bi şev
Efsirand û kuşt Annabel Leeya min.

Lê evîna me ji evîna wan bihêztir bû,
Ji evîna kesên ji me mezintir
Ji evîna kesên ji me hişmendtir,
Ne firîşteyên bihuşta asîmanê
Ne cinên binê behrê dikarin
Rihê min ji rihê Annabel Leeya bedew veqetînin.

Heya xeyala Annabel Leeya bedew neyne min
Hîv tu car nabiriqe,
Û stêrk tu car hilnayên
Heya ez çavên rewnaq ên Annabel Leeyê bibînim,
Û bi şev heya sibê radimedim li kêleka
Dildar-dildara min-jiyana min û xanima min
Li kêleka gora wê ya li ber behrê,
Li kêleka gora wê
Ya li ber behra ku deng vedide.
                       
                 
                       
                                       Edgar Allan Poe
                                       Werger: M. Bedirxan

2 yorum:

  1. Helbesta ku ji wextê lîsê di hişê min de maye. Di pirtûka dersê de hebû... Min jê hez dikir û hêjî jê hez dikim. Destê te neêşên.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelek spas dikim, sax bî. Gelo Ezîz ev tu yî?

      Sil