CEHL Û NEZANÎN
Ey cehl û nezanîn tu yî dijmin tu yî xayîn
Zulma te ye hêlan hemî bêsen’et û bêdîn
Qehra te ye wêrane kir ax.. wetenê min
Kîna te ye bêlane kir cism û tenê min
Serwet te ji me istandîye bemal û dirav in
Em mayîne belengaz û feqîr xanebelav in
Derdê te ye me’lûl kirî em xwenezan in
Em kî ne kurê kê ne ma êxsîr û gavan in
Yan em jî xwedan şan û neseb qewmê necîb in
Behra me heye em jî xwedan behr û nesîb in
Dinya wekî çêkir xwedê behra me jî dabû
Lakin ji nezanîn û cehl kanî, fîda bû
Evdirehîm Rehmî Hekarî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder