3 Şubat 2020 Pazartesi

EVÎNA ZAROKTÎYA MIN


EVÎNA ZAROKTÎYA MIN

Nizanim  çend sal û çend demsal berê, li gundekî feqîr ê Bidlîsê ez jî wek zarokên din li pey kêf û heneka xwe bûm, hay min ji bayê felekê tine bû. Heta ku min derdê evînîyê hilda ser milê xwe.. Wê çaxê ez di sinifa 5/Ayê de bûm û Merve jî di sinifa 5/Byê de bû. Ji zû ve bû ku min ew nas dikir lê min derd û kulê evînîyê nas nedikir. Gava ez pê hesiyam ku dilê min ketiye wê êdî pir dereng bû. Merve yeka bejnkinik û porzer bû, wexta ba li porê wê dixist û dihejand dilê min jî wek berfa agirdîtî diheliya. Mirov tenê ji bo porê wê dikariya deh mêran bikuşta.
 Bi evînîya Merve tebîeta min jî hatibû guhertin; êdî dersa xwe nedixebitîm, bi hevalên xwe re nedilîstim, ji xeynî wê min bala xwe nedida tiştekî… Di tenefusan de ew bi hevalên xwe re dilîst, ez jî diçûm cihekî nêzikî wan û rûdiniştim heta tenefus biqede jî min li wan temaşe dikir. Hevalên min dihatin cem min digotin "Kuro tu çima wek parsekan hatîyî li vir rûniştiyî, were em bilîzin." Min digot "Hûn herin bilîzin lingê min diêşê ez nayêm." Carê jî yekî bihata li cem min rûnişta min digot kuro mamoste hêjan li te digeriya tu li vir çi dikî birev birev.. û wan dişand. Roj û şev bi vî halî derbas dibûn û birîna min jî roj bi roj kûrtir dibû. Rojekê dîsa di tenefusê de min li Merve temaşe dikir, zarokên mezin ewên diçûn sinifa 8ê têderxistin ku ez li kê temaşe dikim û di çi halî de me. Ew zarokên xêrnexwaz û bêûjdan planeke çêkiribûn, yekser hatin cem min û gotin "Ka tu li vir çi dikî?" Min jî got "Tiştek nakim ji xwe re rûniştime." Gotin "Ka derewa neke,  em ji sibê ve li te dinêrin û dizanin tu çi dikî. Ne hewce ye ku tu xwe wiha biêşinî, li cem me kurdan 'edet û isûl belî ye. Gerekî tu herî wê ji bavê wê bixwazî, wexta ku te xwest ferz e ku Hecî Elyas jî wê bide te. Lê ji kesî re nebêje divê tu bixwe herî bixwazî." Mirov aniha li van gotinan binêre helbet wê bêje ev çi gotin in ma mirov bi van gotinan bawer dike. Lê wê çaxê jixwe piçek aqilê min hebû ew jî bi evîndariyê çûbû.  
Û Hecî Elyas, bavê Merve. Rehma Xwedê lê be însanekî pir cirnexweş bû, gundî nedixwestin ji ber derîyê wî derbas bin. Tiştê ku ew zarok xistibûn hişê min tiştekî wekî întihar bû.. Lê dil carekê hatibû sotin, êdî veger tinebû. Çend roj min xwe ji bo "xwezgînî"yê hazir kir. Min qerar da ez ê roja înê piştî mektebê herim Merveyê ji bavê wê bixwazim.
Bu roja înê mekteb qediya, çûm malê. Min ê gomleka xwe ya spî li xwe bikira. Min got "Dayê ka gomleka min a spî li ku ye?" Got "Tê çi bikî kurê min xêr e?" Min got "Kêfa min ji wê gomlekê re tê ez ê li xwe bikim û herim derve." Diya min rabû anî da min, min li xwe kir û derketim ber bi mala Hecî Elyas ve bi rê ketim. Her ku nêzik dibûm kelecana min zêdetir dibû, min xwedan dida. Min gotinên xwe tev ji ber kiribû, û di rê de çend cara jî tekrar kiribû. Axir hatim ber derê wan, Hecî Elyas li ber derî rûniştibû ji xwe re cixare dipêçiya. Hêdî hêdî meşiyam çûm li cem wî sekinîm, çavê wî li min ket. Mirûzê wî wek her wext dîsa tirş bû. Got "Xêr e lawo?" Min hilmeke kûr kişand hundirê xwe û destpê kir: "Xalê Elyas ez hatim vê derê ji bo ku qîza te Merve bixwazim." Hê min gotina xwe nû qedandibû şimaqeke wisa li ser rûyê min xist min Xwedayê xwe şaş kir. Ez dirêjî 'erdê bûm, şimaq ez gêj kiribûm. Jixwe bêjna min qasî bostekî bû. Go "Kurrê bênamûsa hatiye vê derê qîza min ji min dixwaze. Zû bicehime here hê min te nekuştiye." Min hewl da ku ez rabim birevim ku bêtir li min nexe, lê ew şimaqa xalê Elyas rih di min de nehiştibû. Ji min nehat ku ez rabim herim. Jina wî meta Miyaser ji wir hat min ji 'erdê rakir hinek bi min kenî û got "Kurê min ê delal ma di vî gundî de kes nema tu hatî qîza Hecî Elyas dixwazî." Meta Miyaser jî, Hecî Elyas çiqas cirnexweş be ew jî ewqas însaneke delal û birehm bû.
Piştî wê şimaqê ez bi zorî meşiyam çûm malê, birayê min ê mezin got çi bi te hatiye. Min jî got min bi zarokan re şer kiriye. Got tu hem şer dikî hem jî lêdan dixwî û ew jî li min xist. Ji derdê Merve di rojekê de min du cara lêdan xwaribû.
Piştî vê meseleyê di tenefusan de min qet li Merve temaşe nekir û her jê reviyam. Piştî çend mehan bû havîn û mekteb ket betlaneyê. Di wê havînê de Xalê Elyas mala xwe ji gund bar kir bir Stenbolê. Piştî çûyîna wan çend sal derbas bûn ez jî çûbûm navenda Bidlîse ji bo lîseyê. Rojek diya min telefonî min kir got Hecî Elyas çûye rehma Xwedê, wê cinazeyê wî bînin gund li vir binax bikin. Dotira rojê ez jî rabûm çûm gund, gihiştim telqîna Hecî Elyas. Çûm ber gorê, min fatihekê xwend û di dilê xwe got "Xalê Elyas, evqas sal derbas bûn min evînîya Merve ji bîr kir lê min ew şimaqa te ji bîr nekir. Lê dîsa jî ez te helal dikim, Xwedê te bi rehma xwe şa bike…"

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder